NûçeRojhilatanavinSûriye

Pisporekî leşkerî yê Rûsyayê li Sûriyê hate kuştin

Wezareta Berevanîya Rûsyayê ragihand, li herêma Hema ya Sûriyê di encama êrîşekê de pisporekî leşkerî yê Rûsî jiyana xwe ji dest daye.

Îro, Sêşemê 11.07.2017 Wezareta Berevanîyê ya Rûsyayê daxuyaniyek belav kir tê de hat gotin, “Di encama êrîşekê de ku ji nişka ve bi topên hawanê li herêma Hemayê bi ser artêşa Sûriyê de hate kirin de, pisporê leşkerî yê Rûsî Serpel Nikolay Afanasov jiyana xwe ji dest da.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu