EwropaMafên MirovanNûçeRojhilatanavin

Hêzên Ewlehiya Peravê ya Îtalyayê 534 penaber xilas kirin

Tîmên girêdayê Fermandariya Ewlehiya Peravê ya Îtalyayê 534 penaberên ku bi riya Behra Spî dixwestin derbasî Ewropayê bibin xilas kirin. Hate ragihandin ku tîman 5 cenazeyên penaberan ji dîtine.

 Penaberên Rojhilata Navîn û Afrîkayê ji ber şer û xizaniyê dixwazin bi riya Behra Spî derbasî welatên Ewropayê bibin. Lê mixabin îro jî nûçeyê mirina penaberan hatin.Fermandariya Ewlehiya Peravê ya Îtalyayê bi daxuyaniyek nivîskî diyar kir ku di 11 operasyonên ku li herêma Kanaliyê ya Sicîlyayê ya Behra Spî ku di navbera Îtalyayê û Lîbyayê de dimîne 534 penaber ji behrê hatine xilaskirin.Hate eşkere kirin ku tîmên ewlehiya peravê rastî 5 cenazeyê penaberan ku di rêvîtiyê de jiyana xwe ji dest dane, hatine. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu