ÎranNûçeRojhilatanavin

Hêzên ewlehiyê bi xurtî sînorên Îranê diparêzin

Fermandê hêzên ewlehiyê yên Komara Îslamî ya Îranê got: Ev hêza bi awayekî xurt û cidî li ber gefên komên terorîst û tekfîrî li sînorên Îranê radiweste.

Li gorî rapora IRNA`yê, serdar sertîp Husêyn Eşterî, fermandê hêzên ewlehiyê yên Îranê beriya xutbên nimêja înê yên vê heftiyê tekez kir: Ger komên tekfîrî, komên li dijî inqilabê, komên selefî,  komên şerût, torên madên narkotîk derbasî nav sînorên Îranê bibin dê hêzên ewlehiyê bi awayekî cidî  û pêdivî li ber wan rawestin.

Serdar Eşterî bal kişand  ser dirêjatîya 8 hezar û 700 kîlomêtrî ya sînorên Îranê û got: Îro bi  rênimûniyên  rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî, hişyariya gel û hevdengiya navbera hêzên ewlehî, eskerî û dadweriyê,  ewlehîyeke kêmmînak li nav Komara Îslamî ya Îranê heye (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu