Hêzên ewlehiyê yên Alê Siûd êriş kirin ser navça Qetîfê

Hêzên ewlehiyê yên Erebistanê êriş kirin ser malên xelkê li navça Şîenişîn a Qetîfê li rojhilata vî welatî.
Li gorî rapora roja yekşemiyê ya IRNA`yê, piştî kuştina hêzekî polîs li navça Qetîfa Erebistanê hêzên ewlehiyê yên Alê Siûd bi armanca çêkirina tirs û xofê navbera xelkê bi plan û bernaman malên xelkê dan ber êrişên xwe.
Wezareta karên hundir a Erebistanê bi weşandina lîsteyeke nû navê 9 kesan ragihand ku ketine ber şopandina dadweriyê, lê kesên hanê gotine ku li bûyera kuştina hêzên polîs ên Erebistanê destê wan tinebûye.
Êrişa berdewam a hêzên ewlehiyê yên Erebistanê ser navça El-Qetîfê hêrs û nerazîtiya xelkê navçê zêde kiriye, bitaybet ku ev hêz li êrişên xwe bêhurmetiyê jinan dikin.
Êrişên hêzên ewlehiyê û eskerî yên Alê Siûd ser xelkê navçên şîenişîn ên Erebistanê nîşana tirs û xofa berfireha vê rejîmê ji bertekên gelanî li hember cinayetên Alê Siûd heye. Rêxistinên navneteweyî Erebistan ji ber lawaziya li hilkolandina rewşa mafên mirovan li vî welatî rexne kirin û ragihandin ku Erebistanê bi dewaama siyaseta serkutkeriyê her cire azadiya axiftinê serkut kiriye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)