Hêzên ewlehiyê yên operasiyona Cezîreyê ragihandin ku di vê operasiyonê da hêzên iraqî ji sê aliyan va karîn ku 17 veşartîgehên ku têde kemberên teqînê, hejmareke bombeyan, heft erebe û 10 motorsîkletên têrorîstan hebûn, biteqînin.
Hêzên ewlehiyê di operasiyona Selahedîn a Iraqê jî bi piştevaniya firokeyên şêrr ên artêşê, Rojavaya Tekrîtê paqij kirin û 11 kemberên teqînê û 16 bombe û hejmareke mûşek û alavên têkillîgirtinê yên têrorîstan ji nav birin.