Berdevkê nivîsgeha serokwezîriya Iraqê wek berteka li hember êrişa muhtemel a Emerîkayê ser Sûriyê teqez kir ku hêzên ewlehiyê yên Iraqê ji bo rawestana li ber her cure kiryara bi dijminatî ya muhtemel li navçên sînorî yên vî welatî bi Sûriyê re , amade ne.
Li gorî rapora IRNA`yê, Sed El-Hedîsî li bara pêngavên Iraqê ji bo rawestana li ber her cure hitmala destdirêjiya Emerîkayê ser Sûriyê got: Hêzên iraqî amadetiya pêwîst ji bo rawestana li ber her cure kiryara bi dijminatî ku muhtemel e ji sînorên Sûriyê cih were, hene.
Hedîsî got: Bexdayê li şêwirnên xwe teqez kir ku pirsgirêkên heyî li Sûriyê nabe ser îmkana hizûra DAIŞê li navçeyên sînorî yên Iraq û Sûriyê bandora xwe hebe û gefekê ji bo ewlehiya Iraqê pêk anî
Wî di dewamê got: Helwêstên dewleta Iraqê li bara vê qeyranê, piştgiriya ji damezrandina aramiyê li Sûriyê û kutabûna pevçûnan li vî welatî ye.