Hêzên gelanî yên Iraqê pîşiya êrişa terorîstan ser bajarê Samirayê li bakûra vî welatî girtin û nexşe û pîlanên terorîstan pûç kirin.
Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Hêzên gelanî yên Iraqê bi alîkariya hêzên ewlehî û istixbaratî yên vî welatî duh îniyê bilî girtina 4 terorîstên ku biyanî û ji xelkê welatên erebî bûn, karîn pîşiya êrişa terorîstan ser bajarê Samirayê bigrin û bi vê qirarê nexşe û pîlana van terorîstan carek din pûç bû.
Telivîzyona El-Meyadîna Lubnanê jî li raporeke xwe ji zarê qumandê operasiyona hevpar a Iraqê ragihand ku firokên şêrr ên artêşa Iraqê li çar operasiyonên cuda pêgehên terorîstên DAIŞ`ê li Kerkûk, Hewîcê û Selahedînê bombbaran kirin.
Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê roja pêncşemê got: Qunaxa ewil û dudyan a operasiyona azadkirina Mûsilê ji destê terorîstan kuta bûye û hêzên iraqî xwe bona qunaxa sisyan a operasiyona azadkirina Mûsilê amade dikin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)