ErebîstanNûçeRojhilatanavinYemen

Hêzên Gelanî yên Yemenê baregeh û çeperên Siûdî dane ber mûşekan

Li gorî rapora Al Alamê, Hêzên Artêş û Komîteyn Gelanî yên Yemenê ragihandin ku bi çar mûşekên Balistîk ên xwecihî ji cûreya Zilzal 1ê baregeh û çeperên kirêgirtiyên Siûdî li navçeya Cîzanê dane ber êrîşê.

Li gorî ragihandina Hêzên Artêş û Komîteyn Gelanî yên Yemenê, li vê êrîşa mûşekî bi dehan kirêgirtiyên Siûdî hatine kuştin an birîndar bûne.

Hêza berevaniyê ya artêş û Komîteyên gelanî yên Yemenê tevî dorpêçbûna giştalî ya vî welatî ji aliyê Rêjîma Siûdî va roj bi rojê li halê zêdebûnê ye.

Serleşker Elî El Mûşekî Alîkarê serokê Erkantiya giştî ya hêzên çekdar ên Yemenê vê dawiyê ragihand ku hêzên yemenî soz dane ku tu destdirêjkerek zindî ji Yemenê dernekeve.

Başa dön tuşu