AborîAsyaCîhanNûçe

Qazaxistanê îsal 44 milyon ton pêtrolê derxe

Hat ragihandin ku Qazaxistan plan dike ku îsal ji bîrên pêtrolê yên Kaşagan, Karaçaxanak û Tengizê bi tevahî 44 milyon ton pêtrol derxe.

Wezîrê Vejenê yê Qazaxistanê Kanat Bozumbayev di civîna ku bi nûnerên Konseya Raya Giştî ra kir da texmînên pêtrola ku îsal bê derxistin eşkere kir. Bozumbayev destnîşan kir ku plan dikin ku îsal ji Kaşaganê 5 milyon ton pêtrol û 3,1 milyar mêtrekûp xaza siruştî derxin û got, “Di 4 mehên ewil ên îsal da 2,2 milyon ton pêtrol hat derxistin.”

Bozumbayev diyar kir ku li gor plana wan dixwazin ku îsal ji bîra Karaçaxanakê 11,8 milyon ton pêtrol û 18 milyar mêtrekûp xaza siruştî, ji bîra Tengîzê 27,5 milyon ton pêtrol û 4,5 milyar mêtrekûp xaza siruştî derxin.

Li Qazaxistanê piraniya pêtrolê ji van 3 bîrên mezin tê derxistin û yên mayîn jî ji bîrên piçûk tê derxistin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu