Li gorî rapora IRIB Newsê, televîzyona El-Etcahê ya Iarqê roja pênşemiyê li bara pêşdeçûna hêzên Heşda Şebî yên vî welatî li eniya rojava Mûsilê agahî da. Girêdana riya grûpa terorîstî ya DAIŞê ber bi aliyê Sûriyê li Mûsilê ev grûpa treorîstî neçar kir ku êrişên curbicur jibo têkişkandina dorpêçê cih bîne. Li gorî vê raporê, piştî ku hêzên gurdana Hizbullaha Iarqê û hêzên Heşda Şebî karîn piraniya gundên mêhwera rojava ya Mûsilê ji bin lepên DAIŞê azad bikin. DAIŞê bi caran hewl da valahiyekê li vê bereyê pêk bîne da ku riyeke revînê jibo endamên xwe vebike.
Di eynî demê de Li encama êrişa balefirên hevalbendiya emerîkî ya li dijî DAIŞê ser fabrîkeya bajaroka El-Mensûrê li perava rojava Mûsilê, pênc trimbêlên bombekirî û du topên cengî yên terorîstan hatin îmhakirin.
Li encama vê êrişa hewayî du kes ji serkirdeyên grûpa terorîstî ya DAIŞê bi navên Ebûehmed û Ebû meha hatin kuştin.
Hêzên iraqî heya niha hin navçên berfireh ên parêzgeha Neynewa û rojhilata Mûsilê ji bin lepên DAIŞê azad kirin. Operasyona hêzên Iraqê bi armanca azadkirin û paqijkirina beşa rojava bajarê Mûsilê tim didome. (BANGÊ ÎSLÂMİ)