Hêzên Heşda Şeibî pîlanên terorîstên DAIŞ`ê pûç kirin

Hêzên Heşda Şeibî li operasiyonekî berfireh pîlanên terorîstên DAIŞ`ê bona hedefgirtina Bexdayê pûç kirin.
Li gor rapora ajansa nûçan a El-Yewmul-Sabê,Hêzên Heşda Şeibî li operasiyonekî berfireh pîlanên terorîstên DAIŞ`ê bona hedefgirtina Bexdayê pûç kirin û li navça Cerful-Nesr dest bi ser embarekî çek û sîlahên terorîstan girtin.
Piştî ku hêzên ewlehiya Iraqê hinek agehdarî girtin ku terorîstên DAIŞ`ê dil hene êrişî ser Bexdayê bikin, li êrişekî dijî terorîstî li parêzgeha El-Enbarê li rojavaya vî welatî heft navend û tonilekî terorîstan kirine hedefa êrişên xwe û kavil kirin.
Her çend terorîstên DAIŞ`ê bi fermî li nav axa Iraqê rastî işkestê hatine lê paşmayiyên van terorîstan li hindek ji navçên Iraqê hîn xwe veşartine û hema perate perate dest bi kiryarên terorîstî dikin.