Hêzên Heşda Şeibî yên Iraqê 17 km ji sînorên Iraq û Sûriyê paqij kirine û opêrasyona dabînkirina ewlehiya sînoran û pêşdeçûna li vê mêhwerê didome
Hêzên Heşda Şeibî yên Iraqê li daxûyaniyekê de ragihandin ku hêzên Bedrê ji derbasgeha Um Cerîs gihêştin gundê Cayir Qelfas ber bi bajarê El-Qaimê pêşde çûn.
Hêzên Sazîya Bedr a Iraqê jî bi dorpêçkirina tam a gundê Cayir Qelfasê nehiştin ku alîkarî bighîjin wir, ku êrişî ser wir bikin.
Hêzên Heşda Şeibî yên Iraqê bi piştgiriya balefirên cengê yên artêşa Iraqê, çar sebebkarên întiharî li trimbêlên bombekirî û 9 terorîst li sînor hatin kuştinê û pênc trimbêlên tek sernişîn jî wek xenîmet istandin. Her wiha beşa lêzanînê ya Heşda şebiyê ragihand ku êhêza xwe li bajarê El-Beacê li rojava Mûsilê ji dest daye.
Vê beşê her wiha got: Hêzên Heşda Şebî tim dorpêça xwe li derdora El-Beacê şidyayîtir dikin û DAIŞ`ê xêncî hin derbasgehan hêza çûyîna ber bi sînorên Iraq û Sûriyê tine. DAIŞ li bajarê Beacê rastî qeyraneke berfireh hatiye û piraniya fermandeyên vê grûpê haine kuştin. DAIŞê sedî 80 yê sebebkarên intiharî yên xwe ji dest daye.
Ji alîyê din ve hêzên iraqî bi pêşdeçûna li navça Zencebîliyê, derbasgehên êmin û ewleh jibo derketina welatiyên xwe ava kirine. Terorîst weltiyên xwe wek mertala însanî bi kar diadnîn lê niha bi pêkanîna vê derbasgehê dikarin ji riya van derbasgehên ewleh ji navçê derkevin. Hêzên hevpar ên iraqî pêşdeçûna xwe li perava rastê ya Mûsilê didomînin û navçên zêdetir rizgar dikin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)