Hêzên Heşdê Şebî yên Iraqê, bajarê dîrokî yê El-Hezerê li başûrê Mûsilê azad kirin

Hêzên Heşdê Şebî yên Iraqê li duwem roja operasyona Muhemed Resulellah karîn bajarê dîrokî yê El-Hezerê li parêzgeha Neynewayê ji destê DAIŞ`ê azad bikin.
Li gorî rapora Fars Newsê, hêzên Heşdê Şebî yên Iraqê karîn ku bajarê dîrokî yê El-Hezerê li parêzgeha Neynewayê azad bikin.
Televîzyona Someriye ya Iraqê ji zarê nivîsgeha ragihandinê ya Heşdê Şebî ragihand ku hêzên Heşdê şebî li operasyona Îro çarşemiyê karîn ku ev bajarê dîrokî ji destê DAIŞ`ê azad bikin.
Hêzên Heşdê Şebî yên Iraqê roja sêşemiyê operasyona Muhemed Resulellah(s0 jibo azadkirina bajarê El-Hezerê û navçên derdora wê destpê kirin.
Hêzên Heşdê Şebî ji duh heya îdo li vê operasyonê her wiha karîn ku 12 gundan zad bikin.
Bajaraê dîrokî yê El-Hezerê ketiye du km ya navenda bajarê El-Hezerê û dîroka wê dighêje qorna dudiyan a beriya zayînê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)