ÎranNûçeRojhilatanavin

Hêzên Heşdê Şeibî heft bombe pûç kirin

Hêzên Seferberiya gelanî yên Iraqê nasyar bi El Heşd El Şeibî roja îniyê heft bombeyên danandî li navbera parêzgehên Diyale (Rojhilat) û Selahedînê (Bakur) pûç kirin.

Li gorî rapora Mehr Newsê ji zarê El yewm El Sabiyê, her wiha Sadiq El Husêynî serokê komîteya ewlehiyê ya Konseya Parêzgariya Diyaleyê roja bihurî qala kuştina baskê rastê yê Ebu Bekir El Bexdadî serokê DAIŞê kir û got: Ew ji ber êrîşa hewayî li ser baregeha herî girîng a navoka nihênî ya vê koma têrorîst li Hewz El Zurê li 45 Kîlomitriya bakurê rojhilata Beiqûbeyê hat kuştin.

DAIŞê gellek ji erkirdeyên xwe li opêrasiyonên cûrbicûr ên hêzên iraqî ji dest dane.

Saziya istixbarata leşkerî ya artêşa Iraqê di Nîsana 2017an da ragihand: Eyad Hamid El Cemîlî mêrê hejmara 2 yê DAIŞê li êrîşa hewayî li rojavaya parêzgeha Enbarê li rojavaya Irqê hat kuştin.

Tevî têkçûna koma têrorîst a DAIŞê li Iraqê hîn jî endamên mayî yên DAIŞê li hin navçeyên bakurê rojavaya Irqê li nêzikî sînorê Sûriyê û hin navçeyên rojavaya Çola Enbarê hene. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu