Hêzên Heşdî Şebî hind nemaye kontrola navça Tel Ebteyê li mêhwera rojava bajarê Mûsilê bi dest bixin

Hêzên Heşdî Şebî hind nemaye kontrola navça Tel Ebteyê li mêhwera rojava bajarê Mûsilê bi dest bixin.
Li gor fermana Heyder Ebadî serokwezîr û fermandê giştî yê hêzên çekdar ên Iraqê operasyona azadkirina mêhwera rojava Mûsilê tam hatiye sipartin destê Heşdê Şebî.
Li gor nûçeyeke din Ebdulwehab El-Saidî berpirsê dezgeha rawestana li ber terorîzmê li Iraqê diyar kir hêzên ewlehiyê karîn Esed Ebû Îzam wezîrê niftê yê DAIŞê li bajarê Mûsilê li parzêgeha Neynewayê bikujin.
Her wiha hin çavkaniyên nûçan ragihandien Ebûbekr Bexdadî serkirdê grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê li sînorên navbera Iraq û Sûriyê hatiye dîtin.
Çavkaniyeke iraqî li parêzgeha Neynewayê ragihand serkirdê DAIŞ`ê li navçeyekê li sînorên navbera Iraq û Sûriyê hatiye dîtin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)