Hêzên hevpar ên iraqî, operasyona azadkirina çend taxên din li rojhilata Mûsilê li bakurê Iraqê destpê kirin
Li gorî rapora Al-Alamê, operasyona azadkirina taxên rojhilata Mûsilê îro înê piştî dawîbûna paqijkirina taxa El-Kiramê, El-Quds û El-Senaiyê destpê bû.
Mein El-Esedî fermandê operasyona hêzên rawestana li ber terorîzma Iraqê li civîna rojnamevaniyê got, li vê operasyonê heya niha 6 terorîst hatin kuştin û du trimbêlên bombekirî hatin têkbirin.
Ev pêşdeçûna bi piştgiriya hewayî ya balefirên cengê û helîkopterên artêşa Iraqê jibo azadkirina taxa El-Musenayê cih tê.
Li başûrê rojhilata Mûsilê ku hêzên polîsê federal û taqbûra nehan a zirihî ya artêşa Iraqê hizûra wan heye operasyona li vê navçê jibo tengavtirkirina dorpêça terorîstên DAIŞ`ê li taxa El-Wehdê navenda dawiyê ya DAIŞ`ê li başûrê rojhilata Mûsilê didome.
Vê sibê zêde ji 800 malbat li Mûsilê aware bûne ku hêzên iraqî bi dalanên ewleh ew guhestin û alîkariyên pêdivî jibo taxên azadbûyî û kesên ku ji ber pevçûnan ji taxên xwe aware bûne, hat raberkirin.
Li bakurê bajarê Mûsilê jî artêşa Iraqê xwe jibo azadkirina Qeza Teklîfê, navenda dawiyê ya DAIŞ`ê li vê navçê amade kiriye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)