Genel

Îmam Xumeynî (RE) kesayetiyê bê hempa ê cîhanê di nîveka duyem a sedsala 20`an da

Serokê navenda mafên mirovan a Dezgeha Dadweriya Îranê got: Îmam Xumeynî (RE) kesyetiyekî bê hempa ê cîhanî di nîveka duyem a sedsala 20`an da bû.

Li gorî rapora rapora nûçegihanê me, Mihemed Cewad Larîcanî her wiha got: Xîmdarê Komara Îslamî ya Îranê kesayetiyekî bê hempa ê cîhanî di nîveka duyem a sedsala 20`an da bû lê, mixabin ser rêbaza wî, lêkolînên berfire zav kêm pêk hatine.

Larîcanî li dewama axavtina xwe li bara hizr û ramanên Îmam Xumeynî (RE) got: Têgiheştina Îmam Xumeynî (RE) li bara Îslamê, rêbaza Ehlibeytê (S) ye û di vê hizrê da Islam hertim geş û nû ye.

Serokê navenda mafên mirovan a Dezgeha Dadweriya Îranê bi gotina viya ku Îslama Sêkolar Îslama Ehlibeytê (S) nîne, got: Îmam Xumeynî (RE) ser vê bawerê bû ku islam dînekî tam û jibo hemî civakan e û di serî da hikûmet e û hikûmet nikare bêyî Îslamê bibe.

Sibê 14`ê Xordadê 3`ê Hezîrana sala 2016`an 28`emîn salvegera koça dawîn a Îmam Xumeynî (RE) xîmdarê Komara Islamiya Îranê ye. Bi vê minasebetê merasimeke taybet bi amadebûna gelê Îranê û welatên curbicur ên cîhanê li tirba wî tê lidarxistin (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu