Çavdêrê mafên mirovan ê Sûriyê ragihand: Hejmarek ji hêzên Hizbullaha Lubnanê gihêştine balefirgeha eskerî ya dorpêçbûyî ya Dêrezorê û Hevgav Rûsiyê li bara tevkujiya li vî bajarî bo dema sedestiya DAIŞê ser Dêre Zûrê hişyarî da.
Ramî Ebdulrehman, çavdêrê mafên mirovan ê Sûriyê li bara pevçûnên li çend eniyên li bajarê Dêrezûrê agahî da û diyar kir: Ji ber agirberdana tekeran û bermîlên niftê li meydanên bajêr ji aliyê DAIŞê dûkelele zav esmanê bajêr dagirtiye. Wî got: Armanca vê kiryarê, girtina pêşiya balefirên cengê yên sûrî û rûsî û girtina pêşiya bombebarana meqerên DAIŞê bû.
Çavdêrê mafên mirovan a Sûriyê ragihand ji destpêka êrişa DAIŞê ser Dêrezûrê 151 kes hatien kuştin ku 30 kes ji wan xelkê sivîl û 46 kes hêêzn eskeriey Sûriyê û 75 kes ji endamên DAIŞê bûne.
Çavkaniyeke agehdar li Dêrezûrê ragihand: DAIŞê dest bi îdama hovane ya 10 hêzên sûrî kiriye.
Çavkaniyên agehdar ragihandine ku pevçûnên li derdora bajarê Dêrezûrê pir giran e. Ev bajêra ji sê salan berî niha ve di kontrola terorîstên DAIŞê de ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)