IraqNûçeRojhilatanavin

Şer û pevçûnc li parêzgeha El-Enbarê

Hêzên artêşa Iraqê û hêzên gelanî yên vî welatî karîn pîşiya êrişa terorîstên DAIŞ`ê bona işkandina dorpêça parêzgeha El-Enbarê li rojavaya vî welatî bigrin û derbeyeke giran li terorîstan xinin.

Li gorî rapora ajansa Fars News`ê, Bi sedan kes ji endamên grûpa terorîst a DAIŞ`ê duh pêncşemê pê çek û sîlahên giran êrişî ser navendên artêşa Iraqê li bakûra bajarê Remadiyê navenda parêzgeha El-Enbarê kirin ku rastî berxwedana qahîm a artêşa Iraqê hatin.

Hêzên artêşa Iraqê bi alîkariya hêzên gelanî û piştevaniya hewayî karîn li hemberî vê destdirêjiya terorîstan rawestin.

Hatiye ragihandin ku piştî paşdakişyana terorîstan, 50 terorîst jî hatin kuştin yan jî birîndar bûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu