IraqNûçeRojhilatanavin

Hêzên Iraqê di çarçoveya operasyona kontrolkirina Mûsilê de li rojavayê wî bajarî taxeke din jî rizgar kirin

Fermandarê Operasyona Em Hatin Neynewa Ebdulemîr Reşîd Yarallah bi daxuyaniyekê ragihand, Hêzên Dije-Terorê li rojavayê Mûsilê, taxa Sewreyê xistine bin kontrola xwe û ala Iraqê li wê taxê hatiye bilindkirin.

Ebdulemîr Reşîd Yarallah diyar kir, ku li taxa Sewreyê di encama şer û pevçûnan de zirareke mezin dane DAIŞê.

Ji qonaxa duyem a operasyona Mûsilê ku ji aliyê Serokwezîr û Serfermandarê Hêzên Çekdarî yê Iraqê Heyder Ebadî ve di 10 Sibatê de hatibû destpêkirin, heta niha ji sedî 60ê rojavayê Mûsilê hatiye rizgarkirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu