Li gor medya Iraqî Fermandarê Polîsên Federal yê Iraqê Ferîq Raid Cewdet, di civîneke rojnamevanî de ragihand, Polîsên Iraqê gihîştine naverasta Mûsilê û mizgefta mezin a Nûrî ku li sala 2014an Ebubekir Bexdadî lê xelîfetiya xwe ragihandibû.
Di meha Hezîrana 2014an de, DAIŞê bajarê Mûsilê û çend bajarokên wê yên mezin dagîr kiribûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)