ÎranNûçeRojhilatanavin

Beîdînijad: Rêketinama navokî wisa rehet nayê îbtalkirin

Balyozê Îranê li Inglîzê got ku rêketinama navokî ne hevhatinnameyeke dualî ye, belkî li gorî pejirandina Konseya Ewlehiyê ya NY hemî welat divê wê biparêzin.

  Balyozê Îranê li Londonê Hemîd Beîdînijad îro çarşemê li gotûbêja  bi IRNA`yê re li bara bandora  siyasetên Donald Trump serokkomarê bijartî yê Emerîkayê ser îmkana îbtalkirina rêketinnama navokî got :Rêketinama navokî hevhatineke dualî nîne ku welatek bikaribe bi hêsanî wê îbtal bike, belkî ev hevhatina ji aliyê Konseya Ewlehiyê ya NY hatiye pejirandin û li gorî beşa heftan a manîfesta NY hemî welat divê wê biparêzin.

Hemîd Beîdînijad destnîşan kir ku Îran ji tu gefekê natirse jiber ku  li naveroka rêketinama navokî kiryarên bibandor û rewa jibo Îranê jibo rawestana li hember van cure karana hatiye texmînkirin.

Beîdînijad destnîşan kir ku piştî rêketinnama navokî nihêrînên  li bara hevkariya  aborî tev Îranê li Brîtanyayê guheriye û pêngavên  bibandor ên Îranê jibo rawestana  li ber terorîzmê û fanatîzmê kiryarên  bixerez xistiye ber pirsan.

Balyozê Îranê her wiha da zanîn  civaka navneteweyî li pêngav û hevkariyên  bibandor ên Îranê li Iraq û Sûriyê jibo selimandina  aşitî û aramiya navçê li xwe mukir hatiye û ev pêngav bûne sedem  nihêrîna  xelkê  Brîtanyayê li bara Îranê biguhere.

Balyozê Îranê li Londonê li bara sefera tê ya rayedrên  Inglîzê li astên curbicur  bo Têhranê agahî da û destnîşan kir ku Fîlîp Hamond wezîrê xizînedariya  Inglîzê buhara tê bi taximeke  aborî re sefera Îranê dike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu