Hêzên Iraqê li navenda Mûsilê pêşve diçin û nêzîk firokxaneya bajêr bûne
Hêzên Iraqê li navenda Mûsilê pêşve diçin û nêzîk firokxaneya bajêr bûne.
Artêşa Iraqê û hêzên polîsên federal, li taxên rojhilatê Mûsilê operasyonên xwe didomînin.
Fermangeha Operasyonên Hevbeş a Iraqê ragihand hêzên ewlekariya Iraqê nêzîk Firokxaneya Mûsilê bûne.
Hêzên bi ser Artêşa Iraqê li rojhilata bajêr taxên Berkir, Semak 1 û Semah 2 kontrol kirine û li taxên Qadisiye, Hezra û Zehra jî di navbera Artêşa Iraqê û çekdarên DAIŞê de pevçûnên dijwar pêk tên.
Ji ber şer û pevçûnan ji taxên di bin kontrola DAIŞê de bi dehan malbat koçber bûn. Herwiha nîşangirên DAIŞê çend kes birîndar kirine.
Fermandeyê Lîwa Yekmîn a Polîsên Neynewayê wiha got: “Hêzên me li taxên Hezra, Qadisiye û Zehra pêş ve diçin. DAIŞ têk diçe û bi sedan DAIŞî hatine kuştin. Termên çekdarên rêxistinê li ser kolanan mane. Nikarin li ber me xwe bigrin.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)