Bi destpêbûna pêşdeçûna hêzên iraqî nav Mûsilê îro htiye ragihandin ku hêzên taybet ên Iraqê kontrola avahiya televîzyona hikûmetê li Mûsilê xistine destê xwe.
Li gorî rapora televîzyona El-Alamê, Ebdulgenî El-Esedî fermandê hêzên rawestana li ber terorîzmê yên Iraqê roja sêşemiyê piştrast kir ku artêş û hêzên gelanî yên Iraqê taxa El-Zehrayê ya bajarê Mûsilê zû û bêyî tu xisarekê azad kirin.
El-Esedî got ku hêzên iraqî taxa Kokcelî li derbasgeha rojhilata bajarê Mûsilê jî azad kirin û alaya Iraqê ser avahiyên vê taxê bilind kirin.
Her wiha hêzên gelanî yên Iraqê gundên Firfire, Îmam Hemze, Um Sîcan, Um El-Îzam, El-Seyad, Ebûhuceyrê li rojava Mûsilê ji destê DAIŞ`ê azad kirin.
Sertîp Yehya Resûl berdevkê fermî yê navenda operasyona hevpar a azadkirina Neynewayê jî got ku hêzên iraqî ji hemî mêhweran pêşdeçûna ber bi bajarê Mûsilê didomînin.
Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê jî li seredana bereyên şêr li derdora Mûsilê got ku DAIŞ`iyan tu riyek tinene xêncî viya ku teslîm bibin an werin kuştinê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)