CîhanEwropaNûçe

Çînê moşeka parzemînî li sînorê Rûsyayê bi cih kir

Li gorî nûçeya rojnameya ku li Çînê tê belavkirin ragihand ku Çînê li herêma Heilongjiangê ku dikeve sînorê Rûsyayê moşeka balîstîk a parzemînî (Dongfeng-41) bi cih kir.

Herwiha rojnameya Apple Daily a Çînê jî ragihand ku bi temamî sê tuxayên moşekên balîstîk ê parzemînî li herêma Daqing a Heilongjiangê, li herêma Henan a bajarê Xinyang û li Herêma Xweser a Uygura Sincanê hatin bicihkirin.

Rojnameya Global Timesê di nûçeya xwe de ragihand ku ev gavên hatin avêtin tam jî rastî dewra Serokê Amerîkayê Donald Trump hat û dibe ev ne tiştekî rasthatî be.

Global Timesê di berdewamiya nûçeya xwe de got: “Hinek vê gava Pekînê wekî bersiva daxuyaniyên provokatîf ê Donald Trump dinirxînin ku Amerîka rêzgirtina pêwist nade artêşa Çînê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu