Hêzên iraqî bereberê azadkirina balefirgeha Mûsilê
Hêzên ewlehiyê yên Iraqê xwe jibo operasyona azadkirina balefirgeha navneteweyî ya Mûsilê li derdora başûrê vî welatî amade dikin.
Serleşkir Zoya Muzefer roja pênşemiyê got ku armanca vê operasyonê bidestxistina kontrola navçên ser bi vê balefirgehê ye ku di pratîkê de grûpa tereorîstî ya DAIŞê ev nekêrhatî kirine.
Samir El-Huseynî fermandê polîsê Iraqê got : Em divê ji navçên curbicure zexteke zêdetir bînin ser dijmin.
DAIŞê ji havîna 2014`an bi derbasbûna nav axa Iraqê hin beşên navçên rojava û bakurê vî welatî ji wan bajarê Mûsilê dagir kir.
Artêşa Iraqê ji par ve operasyoneke berfireh jibo derxistina terorîstên DAIŞê ji vî welatî destpê kiriye û karîne piraniya bajarên giring ji wan Remadî, Felûce û … ji lepên terorîstan derxînin.
Operasyona azadkirina Mûsilê navenda parêzgeha Neynewayê jî ji 26 Rezberê ve ser fermana Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê destpê bû û bidehan hezar kes ji hêzên artêşê û polîsê Iraqê bi hevrêtiya hêzên besîca gelanî û pêşmergên kurd ji mêhwerên curbucur ber bi paytexta xwekişvkirî ya DAIŞê li Iraqê bi pêşde çûn.
Hêzên iraqî li heftiyên buhurî karîne ku bi dehan gund û navçe li derdora Mûsilê ji destê terorîstan azad bikin .
Artêşa Iraqê her wiha roja pênşemiyê bi weşandina daxûyaniyekê ragihand ku hêzên Iraqî du gund nêzîkî bajarê kevnare ya Nemrûdê bajarê Aşûriyan azad kirine.
Hêzên artêşa Iraqê gundê Ebas Receb li 4 km ya rojhilata Nemrûdê azad kirin û alaya Iraqê li vî gundî bilind kirin. Hêzên iraqî piştî azadkirina van navçana operasyona paqijkirina wê destpê kirine.(BANGÊ ÎSLÂMİ)