IraqNûçeRojhilatanavin

Hêzên iraqî bereberê azadkirina balefirgeha Mûsilê

Hêzên ewlehiyê yên Iraqê xwe jibo operasyona azadkirina balefirgeha navneteweyî ya Mûsilê li derdora başûrê vî welatî amade dikin.

 Serleşkir Zoya Muzefer roja pênşemiyê got ku  armanca  vê operasyonê bidestxistina kontrola  navçên  ser bi vê balefirgehê ye ku di pratîkê de  grûpa tereorîstî ya DAIŞê ev nekêrhatî kirine.

Samir El-Huseynî fermandê polîsê Iraqê got : Em divê ji navçên curbicure  zexteke zêdetir bînin ser dijmin.

DAIŞê ji havîna 2014`an  bi derbasbûna nav axa Iraqê hin beşên navçên rojava  û bakurê vî welatî ji wan bajarê Mûsilê dagir kir.

Artêşa Iraqê ji par ve operasyoneke  berfireh jibo derxistina  terorîstên DAIŞê ji vî welatî destpê kiriye û karîne piraniya bajarên  giring ji wan  Remadî, Felûce  û … ji lepên terorîstan derxînin.

Operasyona azadkirina  Mûsilê navenda parêzgeha  Neynewayê jî ji 26 Rezberê ve ser fermana  Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê destpê bû û bidehan hezar kes ji hêzên  artêşê û polîsê Iraqê bi hevrêtiya  hêzên besîca gelanî û pêşmergên kurd ji mêhwerên  curbucur  ber bi paytexta  xwekişvkirî ya  DAIŞê li Iraqê bi pêşde çûn.

Hêzên iraqî li heftiyên buhurî karîne ku  bi dehan  gund û navçe li derdora Mûsilê ji destê terorîstan azad bikin .

Artêşa Iraqê her wiha  roja pênşemiyê bi weşandina daxûyaniyekê ragihand ku  hêzên Iraqî du gund nêzîkî bajarê kevnare ya  Nemrûdê bajarê Aşûriyan azad kirine.

Hêzên artêşa Iraqê gundê Ebas Receb li 4 km  ya rojhilata Nemrûdê azad kirin û alaya Iraqê li vî gundî bilind kirin. Hêzên iraqî piştî azadkirina  van navçana  operasyona  paqijkirina  wê destpê kirine.(BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu