IraqNûçeRojhilatanavin

Hêzên iraqî gihêştine navenda bajarê Hîtê

Bingehên ewlehiya Iraqê ragihandin ku hêzên eskerî yên vî welatî gihêştine navenda bajarê Hîtê.

Li gor rapora ajansa iraqî ya Wai, Bingehên ewlehiya Iraqê ragihandin ku hêzên eskerî û hêzên gelanî yên vî welatî êvara duh pênşemê karîn êrişa xwe ya dijî terorîstan li parêzgeha El-Enbarê berfiretir bikin û bikevine nav bajarê Hîtê li rojavaya vî welatî û derbên giran li terorîstan xwînin.

Malullah El-Ebîdî ji qumandên navça El-Bexdadî li parêzgeha El-Enbarê jî ragihand ku hêzên ewlehiya Iraqê karîn bajarokê senetî û navenda gaza derûdora bajarê Hîtê ji destê terorîstan azad bikin.

Hêzên iraqî herwisa ragihandin ku ji ber berfirebûna êrişên dijî terorîstan li parêzgeha El-Enbarê 4 pêgehên terorîstan li vê parêzgehê jinav çûn û zêde ji 60 terorîstan jî li bajarên Hît û Şerqatê hatine kuştin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu