IraqNûçeRojhilatanavin

Hêzên iraqî ketine nav bazara Qutanîn li pişka kevna Mûsilê

Li gor rapora telivîzyona El-Meyadînê, Hêzên iraqî ketine nav bazara Qutanînê li pişka kevna Mûsilê û terorîstên DAIŞ`ê jî bona ku pîşiya wan bigirin li kolana Farûqê 4 gulleyên gaza Kolirê ku bi destan hatibûne çêkirin teqandin.

Hêzên iraqî duh şemiyê jî navça Şefa, pişkên girîng ên Bab Cedîd û Sewqul-Erbayê li rojavaya Mûsilê ji destê terorîstên DAIŞ`ê azad kirin.

Hatiye ragihandin ku li nav Mûsilê tenê taxên Nucêyîfî, Serayî û pişkin ji navçeyên Lekêş û Bab Cedîdê di destê terorîstên DAIŞ`ê da mane. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu