Nazim Cexîfî ji fermandarên hêzên Heşda Şeibî roja sêşemiyê ragihand ku hêzên iraqî karîn navendeke hewayiya Iraqê li sînorê Urdinê ji bin destê DAIŞ`ê azad bikin.
Li gorî rapora malpera Ehda Iraqê, Nazim Cexîfî her wiha got: Hêzên ewlehiyê yên Iraqê bi alîkariya hêzên sînorvaniyê, hêzên eşîran û piştgiriya hêza hewayî karîn ku navenda hewayiya H3`ê li rojavaya parêzgeha Enbarê li sînorê vî welatî û Urdinê azad bikin.
Wî her viha got: Li opêrasiyona hêzên iraqî hejmarek ji serkirdeyên koma tekfîrî ya DAIŞ`ê hatin kuştin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)