IraqNûçeRojhilatanavin

Hêzên iraqî nêzîkî balefirgeha Mûsilê bûn

Hêzên polîsên federal ên Iraqê nêzîkî balefirgeha navneteweyî ya Mûsilê bûn.

Li gorî rapora Tesnîm Newsê û ji zarê Firat Newsê, hêzên polîsên federal ên Iraqê li dewam pêşdeçûnên xwe sê gundên din jî azad kirin û gihêştin balefirgeha  navneteweyî ya Mûsilê.

Raid Şakir Cewdet li facebooka xwe nivîsî ku yekînên polîsên federal gundên  El-Xefsan, Şelhûp, Bizîrê azad kirine û gihêştine 16 km ya balefurgeha Mûsilê.

Hêzên polîsên federal her wiha karîn ku gundê El-Ketiyê li başûrê Hemam El-Elîlê li mêhwera başûrê Mûsilê ji lepên terorîstên DAIŞ`ê azad bikin.

Hêzên polîsên federal ên Iraqê pêştir karîbûn gundê El-Minkarê li baurê taxa  El-Şûrê û du gundên  Bizûnê û El-Boxlawînê ji lepên terorîstên DAIŞ`ê azad bikin û derbasî nav gundê El-Qahirê li derbasgehên Hemam El-Elîlê li başûrê Mûsilê bibin.

Yekînên eskerî yên Iraqê jî îro gundê El-Munîrê ser bi devera Hemam El-Elîlê ji lepên terorîstên DAIŞê azad bikin.

Hêzên xwebexş ên gelanî herwiha  hejmarek ji terorîstên DAIŞ`ê ku nav  avahiyên rojava bajarê Mûsilê xwe veşartibûn, kuştin.

Hêzên Heşdi Şeibî yên Iraqê îro li dewama pêşdeçûnên xwe karîn ku gundê Xebîratê li rojava Mûsilê ji destê terorîstên DAIŞ`ê azad bikin. Van hêzana her wiha piştî ku pevçûnên giran tev terorîstên DAIŞ`ê ku ji vê sibê va destpê bibûn, gundê Um El-Îzamê li rojava Mûsilê xistin bin kontrola xwe.

Hêzên xwebexş ên gelanî yên Iraqê ber bi  bajarê Tileferê ve pêşde diçin û gihêştine 17 km ya  Tileferê.

Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê sibeya duşemiyê 17`ê Cotmehê fermana destpêbûna operasyona azadkirina  bajarê Mûsilê ji destê DAIŞ`ê da.

Hêzên iraqî ji wan hêzên artêşê, polîsên federal û xwebexş ên gelanî û pêşmerge ji destpêka operasyona  azadkirina  Mûsilê va heya niha bi sedan kîlomêtrên çarkunc û bi dehan gund ji lepên  terorîstên DAIŞ`ê azad kirine û nêzîkî navenda  vî bajarî bûne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu