IraqNûçeRojhilatanavin

Keçeke êzdî temen 17 salî ji destê DAIŞê hat rizgar kirin

Berpirsê ofîsa karûbarên revandiyên êzdî li parêzgeha Dihokê ragehand ku, keçeke kurda êzdî temen 17 salî li Sûriyê ji destê DAIŞê hat rizgar kirin.

Berpirsê ofîsa karûbarên revandiyên êzdî li parêzgeha Dihokê Hisên Qaidî li ser rûpela xwe ya Facebookê ragehand ku, îro, Înê keçeke kurda êzdî bi navê Hemdiye temen 17 salî ku, ji sala 2014 ji aliyê DAIŞê ve hatibû revandin li Sûriyê hat rizgar kirin.

Aşkere kir ku, ev keç xelka komelgeha Herdan e ya bakurê qeza Şingalê û rewşa wê ya tendirustiyê jî ne başe.

Başa dön tuşu