Hêzên iraqî piştî şerê giran li Tileferê taxa El-Zihûrê li beşa rojhilata Mûsilê dorpêç kirin.
Çavkaniyeke artêşa Iraqê li bara dewama bipêşdeçûnan ber bi navenda Mûsilê û paşdekişîna endamên DAIŞê agahî da.
Yek ji fermandên artêşa Iraqê ragihand ku hêzên taybet ên bin fermandehariya wî li mijûlî geriyana malan li navçên azadbûyî ji destê DAIŞê ne bona peydakirina endamên vê grûpa terorîstî û herwiha bona peydakirina hin trimbêlan bombebarkirî.
Hêzên iraqî roja yekşemiyê her wiha taxa El-Zihûrê li beşa rojhilata Mûsilê dorpêç kirine. ev hêzana gihêştine derdora navça El-Zihûrê, loma bi sedan kes ji xelkê sivîl hewl didin li deverên piştî hêzên artêşê bi sitar bibin.
Ebûmehdî El-Muhendis alîkarê erkantiya beîsa gelanî ya Iraqê got ku hemî cimaeta rûniştiyê Teleferê dê bi zûtî piştî azadbûna wê ji destê DAIŞê dê vegerin vî bajarî. Hêzên gihandina alîkariyê yên Iraqê bi ûtûbûsên taybet destkê dane ku zêde ji hezar aware vegerin malên xwe li gundên El-Şûrê û Hemam El-Îlê li parêzgeha Neynewayê. Wezareta koçberiyê ya Iarqê li bara vegeriyana 1045 awareyên gundên El-Şûrê û Hemam Îlê li parêzgeha Neynewayê bo malên xwe agahî da. Ev navçe vê dawiyê li operasyona Mûsilê hatine azadkirin.
Hêzên artêşê û polîsê navendî yê Iraqê bereberê derbasbûna nav bajarê Mûsilê de ne bi curekê ku avahiyên Mûsilê di yek Km wan de ne . Artêşa Iarqê û hêzên Heşdê Şebî bajêr û navçên derdora Mûsilê azad kirine û wexte Mûsilê azad bikin.
Hêzên besîca gelanî yên Iraqê riya peywendiyê yên DAIŞê navbera Tilefer a Iraqê û Reqa Sûriyê qut kirine. (BANGÊ ÎSLÂMİ)