NûçeFilistînRojhilatanavin

Hêzên Îsraîlê li Şerîeya Rojava 35 Filistînî binçav kirin

Hêzên Îsraîlê li Şerîeya Rojava ya dagirkirî, 35 Filistînîyên din binçav kirin.

Civaka Dîlên Filistînî, Heyeta Dîlan û Azadkiriyan a girêdayî Rêxistina Rizgariya Filistînê û Rêxistina Mafên Mirovan a Damîrê der barê mijarê da daxuyaniyeke nivîskî ya hevpar weşandin.

Di daxuyaniye da hat diyarkirin ku hêzên Îsraîlê li herêmên cuda yên Şerîeya Rojava bi şev di ser gelek cihan da girtin û 35 Filistînî binçav kirin.

Hat destnîşankirin ku hêzên Îsraîlê li bajarên Ramellah, Nablûs, Cenîn, Tubas, Tulkerîm û Xelîlê di ser malên Filistîniyan da girtine û zirar dane malên wan û her wiha hinek ji Filistîniyan jî lêdan xwariye.

Başa dön tuşu