Hêzên Îsraîlê siyonîst li Şerîeya Rojava ku dagirkirî ye 16 Filistînî binçav kirin.
Li çend herêmên Şerîeya Rojava bi şev li dijî malên Filistîniyan operasyon hatin kirin û bi mehneya “tevlî bûyerên terorê bûne” 12 Filistînî hatin binçavkirin.
Li Şerîeya Rojava û Qudsa Rojhilat ku dagirkirî ne, hêzên Îsraîlê siyonîst pirî caran bi ser malan da digirin û bi îdiayên curbecur Filistîniyan binçav dikin.
Li gorî çavkaniyên fermî yên Filistînê, di girtîgehên Îsraîlê siyonîst da qedera 500 jê girtiyên îdarî, 230 jê zarok bi tevahî 5 hezar û 700 Filistînî hene.