CîhanIraqNûçeRojhilatanavin

Li bakurê Iraqê di pevçûneke çekdarî de, 2 serbazên amerîkî hatine kuştin

Artêşa Amerîkayê ragihand, li bakurê Iraqê di pevçûneke çekdarî de, 2 serbazên amerîkî hatine kuştin û 5 serbazên din jî birîndar bûne.

Li gorî daxuyaniyê, pevçûn duh li devereke bakurê Iraqê çê bûye, lê belê ti amaje bi cihekî diyarkirî weke cihê pevçûnê nedaye û herwiha artêşa Amerîkayê ti amajeyek bi aliyê êrişkar nekiriye.

Hatiye ragihandin, ku lêkolînên derbarê bûyerê de dest pê kirine û li gorî encamên destpêkê jî wisa xuya nake, ku wê êrişê pêwendî bi hêzên dijmin ên artêşa Amerîkayê ve hebe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu