FilistînNûçeRojhilatanavin

Hêzên Îsraîlê siyonîst komek a ciwanên Filistînê hedef girt: 3 şehîd

Li başûrê Xezayê balafireke keşfê ya hêzên Îsraîlê siyonîst komek a ciwanên Filistînê hedef girt,di encamê de 3 ciwanan jiyana xwe ji dest dan.

Her wiha hat ragihandin ku hêzên Îsraîlê siyonîst piştî êrîşê maşîneyên leşkerî li nêzî sînorê di navera rojhilatê Dêr Beleh û Xezayê cihê ku kiribû hedef bi cih kir û nehişt ekîpa Heyva Sor nêzî cihê bûyerê bibe û gule li erebeyên ambulansê reşandin.

Hate ragihandin ku civînên hatin hedefkirin endamên Tevgera Cîhad a Îslamî ne, baskê Seraya Qudis in.

Başa dön tuşu