NûçeRojhilatanavinYemen

Hêzên kirêgirtiyên Erebistanê li parêzgeha Marebê bi çend mûşekan dan ber êrişan

Televîzyona  El-Alamê ragihand ku wek berteka li hember destdirêjiyên eskerên siûdî, hêzên gelanî û artêşa Yemenê roja şemiyê navendên kombûna  hêzên  kirêgirtiyên Erebistanê li parêzgeha Marebê bi çend mûşekan dan ber êrişan.

Hîn li bara  xisarên ku li hêzên dagirker li vê operasyonê ketine , tiştek nehatiye ragihandin.

Di rewşeke wiha de çavkaniyên nûçeyan ên Îmaratê ragihandine eskereî wan li Yemenê hatiye kuştin. Wan gotine  navê eskerê hanê Raşid  Muhemed El-Zihûrî bûye .

Piştî êrişa  mûşekî ya par a hêzên yemenî ser navenda hêzên îmaratî li Yemenê ku di encama wê bi dehan  eskerên vî welatî hatin kuştin, beşa sereke  ya hêzên vî welatî ji meqerên xwe li nav axa Yemenê paşde vekişyan. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu