Televîzyona El-Alamê ragihand ku wek berteka li hember destdirêjiyên eskerên siûdî, hêzên gelanî û artêşa Yemenê roja şemiyê navendên kombûna hêzên kirêgirtiyên Erebistanê li parêzgeha Marebê bi çend mûşekan dan ber êrişan.
Hîn li bara xisarên ku li hêzên dagirker li vê operasyonê ketine , tiştek nehatiye ragihandin.
Di rewşeke wiha de çavkaniyên nûçeyan ên Îmaratê ragihandine eskereî wan li Yemenê hatiye kuştin. Wan gotine navê eskerê hanê Raşid Muhemed El-Zihûrî bûye .
Piştî êrişa mûşekî ya par a hêzên yemenî ser navenda hêzên îmaratî li Yemenê ku di encama wê bi dehan eskerên vî welatî hatin kuştin, beşa sereke ya hêzên vî welatî ji meqerên xwe li nav axa Yemenê paşde vekişyan. (BANGÊ ÎSLÂMİ)