NûçeRojhilatanavinSûriye

Li pevçûnên terorîstanê li Idlibê herîkêm 100 kes hatine kuştin

Zîrevana Mafên Mirovana  Sûriyê bi daxûyaniyekê tevî amajeya bi pevçûnên vê dawiyê li Idlibê di navbera Koma Tehrîra Şamê (El-Nusra) û çekdarên bi navê Artêşa  Sûriya Azad da, ragihandiye: Li şer û pevçûnên ku ji çar rojan beriya niha va di navebra Tehrîra Şamê û Koma Nûredîn Zenkî ya ser bi Artêşa  Sûriya Azad da dest pê bûye, heta niha herî kêm 100 kes ji hêzên du aliyan hatine kuştin.

Li vê daxûyaniyê tevî pêgiriya li ser vê yekê ku hêzên Tehrîra Şamê di van çar rojan da karîne 20 gund û navçeyan ji bin kontrola hêzên Nûredîn Zenkî derxînin, ragihandiye: Hêzên Nûredîn Zenkî piştî têkçûnên cûrbicûr ji Koma Tehrîra Şamê li derdora Idlibê paşvekişyana xwe ber bi navçeya navbera Erfrînê û deverên operasiyona Mertala Firatê ya artêşa Tirkiyê li bakurê Sûriyê dest pê kirine.

Başa dön tuşu