ÎranNûçeRojhilatanavin

Konseya Parêzvan durustiya Hilbijartina Serokomartiyê piştrast kir

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê got: “Êvara sêşemiyê nameya Konseya Parêzvan a Qanûna Bingehîn li bara piştrastkirina durustiya Duwazdehemîn Dora Hilbijartina Serokomartiya Îranê gihîşte destê me“.

Seyd Selman Samanî her viha got: “Sikritirê Konseya Parêzvan a Qanûna Bingehîn a Îranê li vê nameyê ragihandiye ku piştî hilkolandina rapor û gazindeyên gihîştî li civînên Konseya Parêzvan, vê konseyê li gorî madeya 79`ê ya qanûna hilbijartina serokomartiya Îranê bi giştî durustiya Duwazdehemîn Dora Hilbijartina Serokomartiya Îranê piştrast kiirye.

Li gorî ragihandina encamên dawîn ên Duwazdehemîn Dora Hilbijartina Serokomartiya Îranê ku roja 19`ê Gulana 2017`an li Îranê û 102 welatên cehanê hat lidarxistin, Hesen Rûhanî berendamê vê hilbijartinê bi wergirtina zêde ji 23 miliyon dengan careke din wek serokomarê Îranê hat bijartin.

Beşdariya îraniyan li vê dora hilbijartinê bicoş û bêhempa bû. Bi sedema amadebûna berfire û miliyonî ya gel li hilbijartinê çar caran dema dengwergirtinê hat dirêjkirin.

56 miliyon û 410 hezar û 234 kes xwedan mercên pêwîst ji bo beşdariya li Duwazdehemîn Dora Hilbijartina Serokomartiya Îranê û Pêncemîn dora hilbijartina KOnseyên Îslamî yên Gund û Bajaran bûn ku asta beşdariyê ji sedî zêde ji 70`ê û amadebûna zêde ji 40 miliyon kesî li vê hilbijartinê hatiye ragihandin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu