ÎranNûçeRojhilatanavin

Daxuyaniya têkildarî pevçûna digel du tîmên terorîstî li Şinoyê

Li gorî rapora îro pêncşemê ya ajansa nûçan a Fars News’ê, Meqera Hemzeh Seyid El-Şuhedayê (S) ya hêza bejayî ya Sipahê Pasdarên Inqilaba Islamî ya Îranê li daxûyaniyekê ragihand li şer û pevçûna duh çarşemê di navbera hêzên Sipahê û şerxwazan li Şinoyê li bakûra rojavaya Îranê, ew her du tîmên terorîstî bi tamî ji nav çûn û 9 terorîst jî hatin kuştin.

Li vê daxuyaniyê hatiye; li vê operasiyona hêzên Meqera Hemzeh Seyid El-Şuhedayê (S) dijî terorîstan, du hêzên Sipahê şehîd bûn û gişt çek û sîlah û amêrên dest terorîstan ku bonapêkanîna nearamiyê li nav welêt li destê wan da bûn jî ketine dest hêzên Sipahê Pasdaran.

Li daxuyaniya Meqera Hemzeh Seyid El-Şuhedayê (S) ya hêza bejayî ya Sipahê Pasdarên Inqilaba Islamî ya Îranê herwisa hatiye: Ev navenda her cure liv û tevgera terorîst û şerxwazan dişopîne wê bersiva li hemberî wan qahîm û dîrokî be.

Pêştir jî serdar sertîp Muhemmed Xakpûr fermandarê hêzên bejayî yê Sipaha Pasdarên Inqilaba Islamî ya Îranê ji şerê di navbera hêzên Meqera Hemzeh Seyid El-Şuhedayê (S) ya hêza bejayî ya Sipahê Pasdarên Inqilaba Islamî ya Îranê tev du tîmên terorîstî li bakûra rojavaya Îranê xeber dabû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu