ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

13 îranî li şewitîna hotêla Mezîf El-Hesena Necefê birîndar bûn

Serokê navenda doxtoriya hecîtî û ziyaretê ya Civata Heyva Sor a Îranê ragiahnd ku agir bi hotêleke bajarê Necefa Eşref li başûrê Iraqê ketiye û 13 ziyaretkirên îranî jî li vê bûyerê birîndar bûne.

Serokê navenda doxtoriya hecîtî û ziyaretê ya civata heyva sor a Îranê, seyd Elî Mereşî got: Li hotêla Mezîf El-Hesena Necefê ziyaretkirên du karwanên îranî ji parêzgehên Qum û Hormozganê hebûn.

Mereşî destnîşan kir: Birîndar derdem bo dermangeha Welayeta Necefê hatin rakirin û piştî dermankirina sretayî û  oksîjêntrapiyê ji dermangehê hatin der.

Berpirsên Agirvemirandinê yên bajarê Necefê ragihandin ku berêvariya duşemiyê ji ber nakokiya li pergala elektirîkê, agir bi hotêla Mezîf El-Hesenê ku li nêzikî tirba îmam Elî (S) ye, ket. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu