IraqNûçeRojhilatanavin

Mûsil: Di nava 4 rojan da 2 hezar û 900 terorîstên Daişê hatine kuştin

Nêzîkî sê hezar terorîstên Daişê li heftîya borî li Mûsilê hatine kuştin û hijmareka serkirdeyên wî jî di nava kuştîyan dane.

Sebah Numan, peyvdarê dijî terora Îraqê ragîhand; li gorî amarên destpêkê, hêzên Îraqê di nava çar rojên borî da, duhezar û nehsed terorîstên Daişê di şer û pêkdadanên alîyê rastê yê Mûsilê da kuştine û hijmareka serkirdeyên wê rêxistinê jî, di nava kuştîyan dane.

Aşkere jî kir; piranîya wan terorîstan li taxên Tenek û Abar hatine kuştin ku taxê Abar bi temamî hatîye kontrolkirin û Tenek niha ji terorîstan tê paqij kirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu