İslami Davet Kurdi Bange İslami

Hêzên seferberîya gelanî yên Iraqê ango Heşdi Şeibî gundek li derdora bajarê Teleferê li rojavaya Mûsilê azad kirin

Hêzên Heşdi Şeibî îro opêrasyona azadkirina bajarê Teleferê ji lîyê gundên Şerîe û Eyn Hesan û Sînoyê va destpê kirin û gundê Xerab Ceheşê li derdora vî şarî azad kirin.

Li vê opêrasyonê hejmarek nîşanbaz ango qenasên DAIŞ`ê hatin kuştin.

Wezareta Berevanîyê ya Iraqê jî bi daxûyanîyekê ragihand, balafirên cengê yên artêşa vî welatî dema êrişî bakura rojhilata devera Sînîyê li beşa opêrasyonê ya Selahedînê kirin, cihên kombûna têrorîstên DAIş`ê ji nav birin û bilî kuştina hejmareke têrorîstan, hejmarek maşînên wan ji wan maşîneke bombekirî û matorsîklêteke wan têk birin.

Sazîya lêzanîn û lêkolînên Iraqê jî karî têkeve baregehên têrorîstên DAIŞ`ê yên li rojavaya Mûsilê û liv û tevgerên vê komê bişopîne û hin dîmenan ji vê opêrasyonê belav bike.

Sazîya lêzanîn û lêkolînên Iraqê herwiha vîdoyek weşandîye ku nîşan dide hêzên vê sazîyê li rojavaya Mûsilê nêzîkî têrorîstên DAIŞ`ê bûne.

Opêrasyona azadkirina mêhwera rojavaya Mûsilê ji lepên têrorîstên DAIŞ`ê roja yekşemê li gorî fermana serokwezîrê Iraqê destpê bû.

Hêzên iraqî karîn ku meha buhurî beşa rojhilata Mûsilê ji lepên têrorîstên DAIŞ`ê azad bikin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Exit mobile version