CîhanNûçeRojhilatanavinSûriye

Beşar Caferî: ‘Amerîka li 19 herêman terorîstan perwerde dike’

Nûnerê Daîmî yê Sûriyeyê li Neteweyên Yekbûyî Beşar Caferî di axaftina xwe de ragihand ku Amerîka li baregehên xwe yên li Sûriyeyê terorîstan perwerde dike.

Nûnerê Daîmî yê Sûriyeyê li Neteweyên Yekbûyî Beşar Caferî li Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) di axaftina xwe ya mijara Rojhilata Navîn de got: “Ev 8 sal in Sûriye bi şerekî dijwar ê terorîzmê re rûbirû ye, hinek welat ji bo vê militarizmê bikin bi milyar dolaran pere serf û fînansoriya rêxistinên terorîst dikin.”Beşar Caferî di berdewamiya axaftina xwe de got: “Amerîka di serî de li kampên Rakban û Tenfê ku dikevin sînorê Sûriye, Urdin û Iraqê li seranserê Sûriyeyê li 19 herêman terorîstan perwerde dike.”

Caferî di dirêjiya axaftina xwe de got: “Hinek welat bi delîlên sexte û derew dixwazin manîpulasyona ku Sûriye çekên kîmyewî bikar tîne belav bikin, lê her kes dizane rêvebiriya Şamê çekên kîmyewî bikar nayîne. Gelê Sûriyeyê serê xwe li ber terorîzmê rakir û piraniya axa welatê xwe ji destê wan deranî. Piştî terorîzmê em ê hemû dagirkeran ji her bost axa Sûriyeyê derxînin.”

Başa dön tuşu