NûçeRojhilatanavinSûriye

HSD taxa Neşwa ya bajarê Hesekê radestî Artêşa Sûriyê kir

Rojnameya El-Weten ya ser bi Hikûmeta Sûryê ve belav kiriye, ku duh  Hêzên Sûriya Demokrat, taxa Neşwa ya li başûrê rojavayê bajarê Hesekê yê radestî Artêşa Sûryê kir û niha artêşê dest bi danîna xalên xwe yên pişkinînê li derdora wê taxê kiriye.

Li gorî rojnameya navhatî, radestkirina Taxa Neşwa ji aliyê HSDê ve, yek ji xalên rêketina di navbera wan û Hikûmeta Sûryê de ye, ku berî niha di encama çend civînan de, li ser vê yekê lihev kiribûn.

Heya niha, ne HSDê û ne jî rêveberiya xweser ew nûçe piştrast nekirine.

Berî niha jî heman rojnameyê, ragihandibû ku rêveberiya xweser û Hikumeta Sûryê, lihev kirin ku rêveberî zeviyên petrola Hesekê radestî Hikûmetê bike.

Başa dön tuşu