IraqNûçeRojhilatanavin

Hêzên sune û tirkmen ên Heşdê Şeibî bersivek li hemberî tawanên Erebistan, Tirkiye û Amerîkayê

Hebûna hêzên sune û hêzên xwebexş ên tirkmen li nijyara hêzên Heşdê Şeibî bersiveke vebirr û bihêz li hemberî tawanên Erebistan, Amerîka û Tirkiyê li bara “Nêrînên Tayfetî“ li nav vê hêza gelanî ya Iraqê ye.

Li gorî rapora Tasnim News`ê, hêzên seferberiya gelanî yên Iraqê nasyar bi Heşdê Şeibî di sala 2014`an da û li bersiva fitwaya merceyiyeta Iraqê ji bo şerê li hemberî DAIŞ`ê hat damezirandin; Lê ji heman destpêkê va aliyên navçeyî û zêdetir ji hemiyan Erebistan û Tirkiyê  li kêleka welatên rojavayî bi rêbertiya Amerîkayê tawaneke ciddî û elbete derew li dijî vê koma gelanî hilêxistin: “Heşdê Şeibî komeke mîlîtanên şîe ne ku suneyên Iraqê kirine armanc û dil hene pêkhate û nijyara gelheya navçeyên Iraqê biguherînin“.

Lê nêrînek li ser Heşdê Şeibî heta di asta fermandetiyê bersiveke ron li hemberî wan tawanan e ku dijî vê koma gelanî hatine hilêxistin. Çimku gellek ji fermandarên Heşdê Şeibî li pêvajoya opêrasiyoneke girîng wek azadkirna Mûsilê ji suneyan bûne.

Her viha 25 heta 30 hezar ji şervanên Heşdê Şeibî ji eşîrên sune ne.

Heke em Iraqê wekî welatekî bi cihêrengiya nijadî û mezhebî ji wan kurd, tirkmen, êzdî, şîe û suneyan berçav bigirin, em dibînin ku ji hemî van koman hin hêz bi awayê hevbeş tevlî refên Heşdê Şeibiyê bûne da ku li ser bangewaziya merceyiyetê îzna dagirkerî û bêhurmetiya li ax û mal û can û namûsê gelê Iraqê nedin DAIŞ`ê.

Her viha gihşt hejmara hêzên Heşdê Şeibî sed û 18 hezar kes hatiye ragihandin ku ji vê hejmarê 25 heta 30 hezar kes ji eşîrên sune ne û li gorî gotina Elî El Hisênî berdevkê fermî yê hêzên xwebexş ên tirkmen ên ser bi Heşdê Şeibî zêdetir ji 30 hezar  hêzên tirkmen tevlî gurdanên xwebexş ên Heşdê Şeibî bûne.

Hesabeke sade ku gişt van hêzan bigire ber xwe nîşan dide ku li gorî amarê, zêde nîvê hêzên Heşdê Şeibî eşîrên sune û hêzên xwebexş ên tirkmen in.

Her viha gere komên din ên iraqî ji wan êzdî, xirîstiyanî û kurdên ku li nava refên Heşdê Şeibî da cih girtine li amara jor were zêdekirin; Lewma pirseke sereke li vir heye û ew jî ev e ku:

“Çawa dibe ku Heşdê Şeibî weke komeke şîe were zanîn?“

Pirsa din ev e ku çawa bi îdiaya viya ku Heşdê Şeibî mîlîtanên şîe ne, em dikarin wan tawanbar bikin ku ewna li dû lêdana derbê li suneyan û binpêkirina mafên wan in û heta ji viya zêdetir em çawa dikarin vê tawanê li dijî wam hilêxinin ku Heşdê Şeibî dil heye nijyara gelheya Iraqê biguherîne?

Bersiva van pirsan li awireke deqîq û mentiqî li ser nijyara Heşdê Şeibî veşartî ye ku zêde pêwîstî bi jîrtiyê nîne. Heşdê Şeibî têda 42 komên çekdar hene ku derdora sed û 18 hezar şervanan digire ber xwe. Komên çekdar ên nasyar di nava Heşdê Şeibî da Saziya Bedrê û Gurdanên Hizbullah û Esaêbê Ehlê Heq in.

Her viha komên biçûktir wek gurdanên Cehad û El Bena û Teşkîlata El Hisên El Saêrê û hêzên Şehîd Sedr û gurdanên El Tiyar El Resalî û Firqeya Ebas û Tîpa Elî Ekber ku ser bi tirbên paqij ên hezretê Ebas (S) û Îmam Hisên (S) in wek komên din ên Heşdê Şeibî tên hesêb.

Tawanên Erebistan û Tirkiyê her viha Qeterê li dijî Heşdê Şeibî û şîezanîna wan li halekî ye ku ji dema damezirandina Heşdê Şeibî heta niha bi hezaran hêzên sune li çarçova komên cûrbicûr tevlî vê saziya gelanî bûne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu