AsyaEwropaMafên MirovanNûçeRojhilatanavin
Qayîka koçberan ket binê avê: Herî kêm 5 mirî!

Di navbera Tirkiye û Yûnanistanê de, gayîka koçberan ket binê avê, 5 koçber mirin, 4 jî wenda ne.
Îro danê sibê komek koçber dixwestin bi qayîkê ji Tirkiyê derbasî girava Sîsam a Yûnanistanê bibin, lê qayîka wan li nêzîkî sînorê wî welatî ket binê avê.
Hêzên ewlehiya peravên Yûnanistanê 5 ji wan rizgar kirin lê 5 koçber xeniqîn û 4 jî nehatin dîtin. Tîmên lêgerînê heta niha jî li wan koçberan digerin.
Hat gotin ku di wê qayîkê de 14 koçber hebûne, piranî jî jin û zarok bûne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)