AsyaNûçeRojhilatanavin

Karbidestiyên serokê Kazakistanê hatin sînordarkirin

Parlementoya Kazakistanê pêşnûmaya qanûna dana hinek karbidestiyên serokê dewletê bo parlemento û hikûmetê ku berî mehekê bûbû mijara nîqaşan, pejirand.

Serokê Dewletê Nursultan Nazarbayev roja îniyê rewşa dawî ya qanûna reforma destûra bingehîn pêşkêşî parlementoyê kir. Ew qanûn di danişîna duyem a parlementoyê de ji aliyê parlementer Nurlan Abdirovî ve hat xwendin.

Abdirov diyar kir ku pêşnûma di hemû komîteyan de hatiye nîşqaşkirin û bang kir ku pişta wê bigirin. 105 parlementer beşdarî daniştinê bûn. Pêşnûma bi erêkirina 104 parlementeran hat pejirandin. Ev pêşnûma piştî pesendkirina Nazarbayevî dê têkeve meriyetê.

Ev guhertina destûra bingehîn pêşbîn dike ku 23 karbidestiyên di warên diravî û aborî û 35 karbidestiyên di mijarên din de bibin ên parlementoyê. Ji niha û pê ve Serokê Dewletê dê ji parastina destûra bingehîn, parastin, ewlekarî û siyaseta navîn û derve berprisyar be.

Nazarbaeyv meha Rêbendanê di axiftina xwe bo gelî de ku ji bo zêdekirina berdariya pergala birêveberiyê, biryar da ku hinek karbidestiyên serokê serokî bên nîqaşkirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu